HDP BI SIYASETMEDAR Û REWŞENBÎRÊN MISRÎ RE CIVIYA
DI CIVÎNÊ DE MIJARA SEREKE ROJHILATA NAVÎN Û EFRÎKAYA BAŞÛR BÛ
Rêvebirên HDP’ê bi siyasetmedar, akademîsyen û rojnamevanên Misrî re civînek Onlîne pêk anî.
Di civînê de Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar, Hevberdevkên Maseya Rojhilata Navîn ên HDP’ê Tulay Hatîmogullari Oruç, Gulîstan Koçyîgît û Bereket Kar amade bûn.
Hevserokê HDP Mîthat Sancar rewşa hêrêma Rojhilata Navîn û Efrîkaya Başûr nirxand.
Sancar pêşniyazên HDP’ê yên derheqê aştî û demokrasiya heremê de anî zimên û got;
Ew hewl didin bi partiyên siyasî yên Rojhilata Navîn, Efrîkaya Başûr re, li dijî bindestiyê û bêedaletiyê bikevin nav têkoşîneke hevpar.