Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Girtiyê nexweş Serdal Yildirim tevî ku ji sedî 98 felc e jî nayê berdan 27.02.2021

 

TEVÎ JI SEDÎ 98 FELCE JÎ NAYÊ BERDAN
PARÊZER VEDAT ECE: BEYÎ LEKOLÎNAN BIKIN BIRYARAN DIGRIN

Girtiyê nexweş Serdal Yildirim, çendî ku ji sedî 98 astengdar e û rapora wî ya Saziya Tiba Edlî ya dibê “nikare di girtîgehê de bimîne” heye jî, nayê berdan.

Serdalê ku niha di Girtîgeha Metrîs a Tîpa R’yê de ye, di sala 2010’an de ji ber qezayeke trafîkê ji navê berjêr felce.

Piştî vê raporê Komîsyona Girtîgehê ya Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê, cezayê Yildirim bê taloqkirin serî li dozgeriya girtîgehê da.

Piştî serlêdanê dozgeriyê jî ji Buroya Şaxa TEM’ê ya Midûriyeta Polîsan a Mêrdînê derbarê Yildirim de agahî hat xwestin.

Emniyetê jî di nivîsa xwe de diyar kir ku berdana Yildirim “ji bo civakê wê talûkeyan ava bike”.

Piştî vê biryarê OHD’ê jî ji bo azadiya Serdal Yildirim serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn da.

Endamê Komîsyona Girtîgehê ya OHD’ê Parêzer Vedat Ece, anî ziman ku Yildirim gelek caran serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD)û li komeleya wan OHD’ê daye û got:

“Piştî me serlêdan kir ku ATK’ê raporek amade kir û diyar kir ku Yildirim nikare bi tena serê xwe di girtîgehê de bimîne.”

Parêzer Ece, destnîşan kir ku midûriyeta polîsan jî bêyî ku lêkolînekê bike, tenê xetekê dinivîse û dibêje,

“heger înfaza wî bê taloqkirin dê ji bo ewlehiya civakê bibe cihê talûkeyê.”

Ece got: “Midûriyeta polîsan dibêje, wan ev biryar li gor qeydên arşîvê daye. Lê bêyî ku lêkolînekê bike wiha dibêje. Ji ber vê biryara bêhincet, serlêdanên me yên ji bo taloqkirina înfazê tên redkirin.”

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv