LI ŞAKRANÊ ÇALAKIYA CANBEXŞANE YA MAHMUT YILDIZ
NAMEYA HIŞTIYE BI DIRÛŞMÊN “BIJÎ SEROK APO Û BÊ SEROK JIYAN NAME” QEDANDIYE
Derket holê Mahmut Yildiz yê 9 salin girtîbû, li Girtîgeha Tîpa T, hejmar 3 ya Şakranê li dijî tecrîdê çalakiya canbexşane pêk aniye û 14’ê sibatê li Nexweşxaneyê şehîd bûye.
Hevalên Mahmut Yildiz bi riya malbatên xwe derbarê çalakî û biryardariya wî de agahî dan û diyar kirine ku dema ew çûne hevdîtina bi telefonê hevalê wan çalakî pêk aniye.
Girtiyan dazanîn ku hevalên wan ên li odeyên kêlekê dengê siloganên “bijî serok Apo û bê serok jiyan nabe” bihîstine, lê belê sedema wan nezanîne û gotin: “Dema em ji hevdîtina telefonê vegeriyan, me dît heval Mahmut Yildiz çalakî pêk aniye.”
Girtiyan anî ziman ku Mahmut Yildiz nameyek jî li pey xwe hiştiye û gotin:
“Di nameyê de biryardariya xwe aniye ziman. Qala girîngiya xwedî-derketina li Rêber Apo û pêşxistina têkoşînê kiriye. Nameya xwe jî bi siloganên “Bijî Serok Apo û Bê serok jiyan name” qedandiye.”
Girtiyan destnîşan kir ku rêveberiya girtîgehê hewl daye çalakyê veşêre, lê belê li ser têkoşîna wan neçar maye, nameya Mahmut Yildiz li pey xwe hiştiye, derbasî qeydên fermî bikin.
Li aliyê din, malbata Mahmut Yildiz çû Îzmîr cenaze girt û li Mêrsînê veşart.