Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Fermandarê amerikî Myles Caggins: Li Rojava ez bûm heyranê cesaret, hêz û moralê jina Kurd 19.02.2021

 

FERMANDARÊ AMERÎKÎ MYLES CAGGINS:
‘LI ROJAVA EZ BÛM HEYRANÊ CESARET, HÊZ Û MORALÊ JINA KURD’

Fermandarê Amerîkî Myles Caggins di hevpeyvîna xwe ya bi ajansa Mezopotamya re behsa tekiliya xwe ya bi kurdan re kir û soz da ku ewê careke din vegere Kurdistanê.

Caggins pêşî wiha behsa nasîna xwe ya bi kurdan re dike:

“Beri ku biçim Kurdistanê min navê kurdan bihistibû lê ti hevalek min ê kurd çênebûbû. Herî zêde li Rojava û li Başûr di dema wezîfa min ya li hemberî DAIŞ’ê de firsenda min çûbû kurdan jê nêz ve nas bikin. Ez pir caran bûn şahidê mivanperwriya kurdan. Tekiliya min bi hevalên min yên ji Rojava bakur û başûr re hê jî dewam dike.”

Fermandarê Amerîkî da xuya kirin cesareta jina kurd ya di şer de bandorek mezin lê kiriye û wiha axivî:

“Ez bûm heyranê cesaret, hêz û moralê jina kurd. Di şerê 7 salan yê li djî DAIŞê de pir hevalên xwe wenda kirin lê dizanibûn hercarê rabin ser piyan. Min berdevikên QSD Lilwa Ebdulah û Nişa Gewriye naskirin, pir serkeftîbûn, gelek bandor li min kirin. Jineke din ya başûrî Tanya Aziz ji Sleymaniyê, baş ingilizi zanibû, tim ji min re peyam dişand digot divê tu bibî dostê kurdan.”

Derheqê şerê kurdan yê li dijî DAIŞ’ê de femandar Caggins wiha axivî:

Di demekê de ku DAIŞ’ê her derê dagirkiribû û cihanê îdî bawer dikir ku DAIŞ têk naçe, kurdan di serî de li Kobanî li herderê Kurdistanê DAIŞ têkbirin, hêz û cesareta xwe nîşanê tevahiya cîhanê dan. Ez ti carî wan ji bîrnakim Ji bo min rûmeteke mezin e ku min bi wan re kar kir.

Derheqê Tirkiyê de jî fermandarê Amerîkî da xuya kirin Tirkiye bi operasyonên xwe yên li hemberî kurdan xebatên li hemberî DAIŞ’ê lawaz dike, bala hêzên koalisyonê belav dike û got:

“Lê li gorî sinyalên ku rêvebiriya nu ya Amerikayê dide, xuyaye hêzên Amerîkî wê li Rojava bimînin. Dema ez li heremê bûm, Tirkiyê bi şertê ku ti zirar nede sivîlan bi armanca ewlekariya xwe li serêkaniyê û Girê Sipî heremeke tampon ava kir, lê di rastiyê de berovaji tevgeriya û bû sedemê koçberbûna bi hezaran kesên sivîl. Encameke trajik derket holê, Mirov neçar man mal û milkê xwe biterikînin û di kampan de bijîn. Min ti carî ev rewş fehm nekir û qebûl nekir. Dewletek ji bo ewlekariya xwe çawa dikare di nava sînorên dewletek din de, xelkê heremê maxdûr bike?

Berdevikê berê yê koalisyona Navnetewî Fermandarê Amerîkî ji hemû heval û nasên xwe yên li Kurdistanên re sipasî û hurmetên xwe pêş kir û soz da ku ewê rojekê muheqeq dîsa vegere Kurdistanê.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv