Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ferda Çetîn: Nameyên banga ser wezîfeyê 25.02.2021

 

NAMEYÊN BANGA SER WEZÎFEYÊ
FERDA ÇETÎN / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA

Welatparêzê Kurd Xelîl Şen 13’ê Sibata îsal li bajarê Almanya Dresdenê li dijî komploya navnetewî ya li ser Rêberê Gelêm Kurd Abdullah Ocalan li pêşiya meclisa eyaletê bedena xwe da ber agir.

Xelîl Şen sala 1971’ê li navçeya Sêrt Dihê ji dayik bû û nameyek jî ji bo Kurdên li Ewrûpayê re nivîsandiye. Di nameya xwe de dibêje bi mehane agahî ji Rêberê mirovahiyê Serok Apo nayê girtin. Ne malbat, ne jî parêzer agahî nagirin. Di dawiya nameya xwe de jî dibêje ev îsyana min li dijî bêdengiyê ye.

Dewleta Alman sê caran Xelîl Şen xistin girtîgehê û dest danîn ser pasaporta wî. Her wiha mafê wî ji destê wî girtin. Lê ew ji ya xwe nehat xwarê. Têkoşîna ku jê bawer kir heta dawî meşand. Nameya ku li pey xwe hiştiye jî bi taybetî ji bo Kurdên li Ewrûpayê ye. Gotinên wî rexneyên tûnd in û banga ser wezîfeyê dike.

Nameyek in jî ya girtiyekî 50 salî ye. Di 20 saliya xwe de tê girtin û 30 sal in di girtîgehê de ye. Ji hevalekî xwe yê li derve re name şandiye. Dibêje ku yên li qada legal ji ber cezayên xwe gelek ji wan derketin derveyî welat. Hinek ji wan wê derê jî veguherandine qada têkoşînê û di nava xebatan de ne. Lê ev têkoşîn têr nake û bandora wê kêm e. Wê derê wekî rawestgehekê dibînin. Lê divê bibînin ku Dewletê ew mexdûr kirine. Hiştin ku ji mal, malbat û welatê xwe birevin. Divê hun ewqasî bixebitin ku Dewlet poşman bibe ji ber we şandiye surgunê.

Du mirovên ku hayê wan ji hev tineye û hev nas nakin. Yekî ji wan 30 salên xwe li girtîgehê derbas kiriye. Ji girtîgehê banga berpirsiyariyê li yên derve dike. Yê din jî penaberek siyasî ye. 25 salan li Ewrûpayê jiyana surgunê derbas kir û bi çalakiyekê banga hê bêtir berpirsiyarî û têkoşînê li civakê dike.

Divê em nameyên van kesan baş bixwînin. Dema ku girtî bin û diçin mirinê jî azadiya Kurdan û Kurdistanê difikirin. Divê em bibin layiqî wî nirxî. Ev yek ji aliyê exlaqî, wijdanî wezîfe û berpirsiyariyeke Mirovîye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv