Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Pisporê îstîxbaratê yê Almanyayê Erich Schmidt-Eenboom: Eger Fransa dev ji gazinan berde ev buyerek mezin e 20.02.2021

 

LI XWE MIKURHATINA PEKÎN
ERÎCH SCHMÎDT-EENBOOM: GER FRANSA DEV JI GAZINAN BERDE EV BUYEREKE MEZIN E

Serokê berê yê Daîreya Îstîxbaratê Leşkerî ya Tirk Ismaîl Hakki Pekîn 16’ê Sibata 2021’an di bernameyeke qanala Tirk de axivî û rêveberên KCK’ê kir hedef.

Ismaîl Hakki Pekîn got:

”Li Ewropayê endamên van hene.

Divê em tiştekî bi van endamên wan ên li Ewrûpayê bikin.

Beriya niha li Parîsê ev hate kirin.’

Ev gotinên Pekîn dibe mikurhatina ku dewleta Tirk ku 9’ê Çileya 2013’an li paytexta Fransa Parîsê sê jinên Kurd ên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylmez qetil kirine.

Pisporê îstîxbaratê yê Almanyayê Erîch Schmîdt-Eenboom ev mikurhatina Pekîn ji ANF’ê re nirxand.

Eenboom ku bi lêkolînên xwe yên li ser komkujiya Parîsê û xebatên MÎT’a Tirk ên li Almanyayê tê zanîn.

Eenboom da diyarkirin ku gotinên Pekîn ên derbarê komkujiya Parîsê dikare tesîrê li ser pêvajoya darazê ya li Fransayê bike.

Pisporê îstîxbarata Alman qetilkirina sê jinên Kurd li Parîsê weke, ”terora dewleta Tirk” bi nav kir û got,

”Heke Fransa dev ji gazinan û siyaseta neacizkirina dewleta Tirk berde dikare li ser van axaftina gelek tiştan bike.”

Eenboom da zanîn ku li gor zanînên li ber destê îstixbarat û yekîneyên ewlehiya Fransayê, fermana bûyera Parîsê Erdogan daye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv