Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Enstîtuya Kurdî Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê pîroz kir 21.02.2021

 

ENSTÎTUYA KURDÎ ROJA ZIMANÊ DAYÎKÊ YA CIHANÊ PÎROZ KIR
JI BO HEBÛNA XWE, DI HEMÛ QADÊN JIYANÊ DE, ZIMANÊ KURDÎ BI KAR BÎNIN

Komîteya Rêveber a Enstîtuya Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanistî ya li Elmanyayê bi daxuyaniyekê 21’ê Sibatê roja Zimanê Dayîkê ya Cihanê pîroz kir.

Komîte balê dikişîne ser xeteriya li ser kurdî û cih dide van tesbîtan:

“Li Cîhanê eger tedbîrên pêwîst neyên girtin, ji % 90ê zimanên heyî wê heta dawiya vê sedsalê tune dibin. Yek ji zimanên di bin xeteriyê de Kurdî ye. Ziman îşaretê hebûna neteweyeke. Li Tirkiyê qedexeya li ser Kurdî cureyeke projeya ji holêrakirina gelê kurd e.”

Ensituya Kurdî bi awayeke lezgîn pêşniyaz li gelê kurd dike ku ji bo parastina hebûna xwe, di qadên siyasî, civakî û di hemû qadên jiyanê de, zimanê xwe bi kar bînin.

KNK’Ê JI BO PARASTINA KURDÎ BANGEKE LEZGÎN KIR:
‘LI NIVÊ BAKURÊ KURDISTANÊ ZIMANÊ KURDÎ LI BER MIRINÊ YE’

Saziyên KNK’ê û KON-MED’ê jî bi wesileya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê bi daxuyaniyên cuda destnîşa kirin ku azadiya welat bi azadiya çand û ziman ve girêdayî ye.

Komîsyona Ziman, Çand û Perwedeyê ya Konrgeya Neteweyî ya Kurdistanê ziman weke dewlemendiya herî bingehîn a neteweyan pênase kir û bi van tesbîtan îşaret bi xeteriya li ser zimanê kurdî kir:

“Li bajarên Bakurê Kurdistanê rêjeya axaftina bi Kurdî ji sedî 40-45′ daketiye. Ev yek nîşan dide ku nîvê zimanê Kurdî li ber mirinê ye! Em bang li tevaya sazî û dezgehên Kurdistanê dikin ku di her warê jiyanê de kurdî bikarbînin û xwedî lê derkevin.”

Bi wesileya vê roja cîhanê, Ji bo parastin û axaftina kurdî ji hemû sazi û dezgehên Kurdistanî bangên lezgin hatin.

Ji Tirkiyê HDP, BDP, ji Ewropayê Kon-Med pêşniyaz kirin ku gelê kurd ne tenê di vê roja salê de, divê di hemû rojên salê de, hîn bêhtir bi ziman û çanda xwe bijîn û pêş bixin.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv