Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Elîf Ronahî: Têkoşîna rêxistinbuyi ya gelê Kurd wê teqez bi serkeve 07.02.2021

 

ENDAMA KONSEYA SEROKATIYA GIŞTÎ YA KCK’Ê ELÎF RONAHÎ:
TÊKOŞÎNA RÊXISTINBÛYÎ YA GELÊ KURD WÊ TEQEZ BI SERKEVE

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Elîf Ronahî tevlî bernameyeke taybet a li Radyoya Dengê Welat bû.

Elîf Ronahî çalakiyên Dem Dema Azadiyê ye û greva birçîbûnê nirxandin.

Destpêkê şehîdên proseya ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ hemû bi bîr anî.

Elîf Ronahî diyar kir ku ji dema destpêkirina komployê ve girtiyên li zindanan her tim li ber xwe didin, ji bo bidawîkirina tecrîda li dijî Rêber Apo têdikoşin.

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê bi bîr xist ku di sala 2018’an de jî li zîndanan ji bo şikandina tecrîdê grev bi pêş ketin û hevdîtin hate kirin.

Der barê proseya îro de jî Elîf Ronahî ev nirxandin kir:

Di vê demê de dewleta Tirk li parçeyên Kurdistanê hemûyan êrişên giran kirin.

Bi girankirina tecrîdê re hewl dide têkiliya Rêberê me bi derve re bibire.

Di heman demê de em zanin ku li Îmraliyê dixwazin zextên cûda li Rêberê me bikin.

Li Îmraliyê şerekî giran dikin. Ne zehmet e ku mirov vê texmîn neke.

Elîf Ronahî destnîşan kir ku ger tecrîd neyê bidawîkirin û Rêber Apo ji aliyê fîzîkî ve azad nebe, ev faşîzm wê ne tenê ji bo Kurdan her wiha ji bo tevahiya Rojhilata Navîn bibe gefek.

Ez bawer im ku ev têkoşîn wê teqez bi ser bikeve.

Hem Rêberê me hem jî hevalên me yên li zîndanan wê di şertên azad de hevdîtineke dîrokî bikin.

Ji ber wê jî çawa ku li zîndanan berxwedan heye divê li derve ev zêdetir be.

Herî zêde divê haya gelê Kurd ji vê yekê hebe û xwedî li berxwedana li zîndanan û ya gerîla derkeve.

Elîf Ronahî îşaret bi têkoşîna hevpar jî kir û xwest eniyên têkoşîna li dijî faşîzmê werin xurtkirin:

Em zanin ku dijmin gelekî êriş dike, nahêle ku gel bêhnê jî bistîne.

Lê dema ku vê têkoşînê dest pê kir bi qasî serê derziyê derfet tune bû.

Şert û merc hene ku derfet hemû bên bikaranîn.

Gelê Kurd heta ku bi rengekî rêxistinbûyî têbikoşe, tiştek nîne ku nikaribe bi ser bixîne.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv