Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ehwen Çiyako: Divê xelkê Rojhilatê bi ruhê têkoşîna 1999’an tevlî çalakiyan bibe 06.02.2021

 

SALVEGERA 22’YAN A KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ
EHWEN ÇIYAKO: DIVÊ XELKÊ ROJHILATÊ BI RUHÊ TÊKOŞÎNA 1999’AN TEVLÎ ÇALAKIYAN BIBE

Endamê Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê-PJAK’ê Ehwen Çiyako têkildarî salvegera 22’yan a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Apo ji Ajansa Nûçeyan a Firatê-ANF’ê re axivî.

Ehwen Çiyako çalakiyên piştî 15’ê Sibata 1999’an li Rojhilatê Kurdistanê pêk hatin bi bîr xistin:

Xelkê Rojhilat wê rojê serî hilda.

Li hemberî komplogeran hêrsa xwe nîşan da.

Ji dewleta Îranê re peyama “ez hê jî li ser piya me” da.

Xwedîderketina li Rêber Apo ji aliyê xelkê Rojhilat ve ji her derê cûdatir bû.

Rêjîma Îranê li ser hev êrişî serhildana gel kir.

50 welatparêz li Sine şehîd bûn.

Ev yek jî bû sedema mezinbûna serhildanê û xelkê Rojhilat zêdetir beşdarî tevgera Apoyî bû.

Endamê Meclîsa PJAK’ê bi vê yekê destnîşan kir, ku xelkê Rojhilat bi ruhekî şoreşgerî xwedî li Rêber Apo derket û wiha dewam kir:

Divê îro jî xelkê Rojhilatê Kurdistanê vî ruhê berxwedanê ji dijmin re ispat bike.

Divê bibêje “em netewek in, bi hev re xembar û şa dibin. Pêşeng û Rêberê me, nirxên me ne.”

Di vî warî de Ehwen Çiyako bang li xelkê Rojhilatê Kurdistanê kir, ku bi ruhekî neteweyî û şoreşgerî ji bo azadiya Rêber Apo û Kurdistanê têbikoşe.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv