Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dûran Kalkan: AKP-MHP li Garê têkşikiya, pêncê qertel nebû lingê mirîşkê jî 17.02.2021

 

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DÛRAN KALKAN:
AKP-MHP LI GARÊ TÊKŞIKIYA PENCÊ QERTEL NEBÛ LINGÊ MIRÎŞKÊ JÎ

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan, beşdarî Bernama Taybet a Televîzyona Medya Haberê bû.

Mijara sereke ku Dûran Kalkan li ser sekinî û bi berfirehî nirxand tevgera dewleta Tirk a li Garê bû.

Dûran Kalkan da zanîn ku li Garê, şerê leşkerî yê herî dijwar ê dîrokî qewimî.

Encam li holê ye. Piştî 4 rojan 14’ê Sibatê, beyî ku li pişt xwe binêrin reviyan.

Artêşa Tirk, faşîzma AKP/MHP’ê, bi têkçûneke mezin re rû bi rû ma, têkşikiya.

Yanî pençê qertal nebû lingê mirîşkê jî.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DÛRAN KALKAN:
ARMANCA ÊRIŞA GARÊ EW BÛ KU BIRYARGEHA NAVENDÎ YA HPG’Ê JI HEV BIXIN

Têkildarî armanca êrişa li Garê jî Dûran Kalkan got;

Dibêjin; operasyona Garê ji bo rizgarkirina êsîran e.

Ev hewldana guhertine rojevê ye.

Jixwe di encamê de jî derket holê ku çi li esîran dikin.

Armanca wan bêbandorkirina sîstema kontrolê ya rêveberiya gerîla bû.

Dixwestin careke din gelê Kurd di komploya 15’ê Sibateke nû re derbas bikin.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DÛRAN KALKAN:
RÊYA SIYASETÊ DI KURDISTANÊ RE DERBAS DIBE

Duran Kalkan diyar kir ku çi hêza li Kurdistanê bixwaze şer bike û gêrîlayên azadiya Kurdistanê paşguh bike ne pêkane biser bikeve.

Her hêza ku li Rojhilata Navîn, li Kurdistanê siyasetê bike;

neçar e PKK’ê, tevgera azadiyê û Rêber Apo bigire ber çavan.

Rêya siyasetê di Kurdistanê re, di çiyayên Kurdistanê re, di şerê gerîla re derbas dibe.

Çareserî jî Rêber Apo ye.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DÛRAN KALKAN:
DEM DEMA TÊKÇÛNA ERDOGAN, BAHÇELÎ Û SOYLU YE

Dûran Kalkan, diyar kir ku dora têkçûnê ya rejîma faşîst a tirk e.

Erdogan, Bahçeî û Soylû berpirsên bingehîn ên êrişa li Garê ne.

Berpirsên têkçûnê ew in, neçarin hesabê bidin.

Ku biserketina, wê encamên wê ji xwe re bikirana bingeha siyasetê.

Garê, gora faşîzma AKP/MHP’ê kola.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DÛRAN KALKAN:
LI GARÊ DERKET HOLÊ KU TEHDÎDÊN DEWLETA TIRK ÇIQAS PÛÇ IN

Dûran Kalkan da zanîn ku Garê, gora faşîzma AKP/MHP’ê kola û bal kişand ser gefên dewleta Tirk ên li ser rêveberiya Başûr.

Gefeke mezin li ser siyaseta Başûr hebû, xistibûn bin îpoteka xwe.

Ew êrişên faşîzma AKP/MHP’ê ya li dijî Başûr şikestin.

Derket holê ku tehdîdên dewleta Tirk çawa têk diçe.

Çawa di 2008’an de li Zapê têk çû, di 2021’an de jî li Garê têk çû.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DÛRAN KALKAN:
LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ WÊ CEJNA SERKEFTINA GARÊ WERE PÎROZKIRIN

Têkildarî bandora serketina gerîla ya li Garê jî Dûran Kalkan got;

Derket holê ku gerîla û pêşmerge bibin yek;

li 4 beşên Kurdistanê tu hêz wê nikaribe xwe li hemberî wê bigire.

Hemû gelê me yê li başûrê Kurdistanê vê yekê dibîne, siyaseta başûrê Kurdistanê vê yekê dibîne.

Wê serketina Garê li Başûrê Kurdistanê weke cejn were pîrozkirin.

Me îfade kir, ev serkeftina hemû gelê Kurd e.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan, da zanîn ku di serketina Garê de rola her kesî heye û got; divê herkes coşa vê serkeftinê bijî.

Dûran Kalkan, herî dawî jî bang li hêzên navnetewî jî kir ku êdî rastiyê bibînin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv