Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dîwana Hevserokatiya Kongra-Gel: Heke em bi ruhê seferberiyê rabin em ê faşîzmê têk bibin 03.02.2021

 

DÎWANA HEVSEROKATIYA KONGRA-GEL:
HEKE EM BI RUHÊ SEFERBERIYÊ RABIN EM Ê FAŞÎZMÊ TÊK BIBIN

Dîwana Hevserokatiyê ya Kogra-Gel, ji ber salvegera 22’an a komploya navnetewî daxuyaniyek weşand.

Dîwana Hevserokatiyê ragihandin ku hêzên komploger ji bo berjewendiyên dewletên xwe, di şexsê Apo de xwestin têkoşîna azadiyê ya gelên Kurdistanê bikin qurban û wiha hate gotin,

Di destpêka komployê de bi berxwedana gel û tevgera me, bi taybetî ya hevalên fedayî bi dirûşma ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’, li dora Rêber Apo bûn mertalek ji agir, Rêberê xwe parastin û komploya bêbext pûç kirin.

Kongra Gel hemû şehîdên pêvajoya têkoşîna li dijî komployê bi bîr anî û soza ji bo azadiya Rêber Apo
dubare kir.

Ev pêvajo, pêvajoya têkçûna rejîma faşîst a dewleta Tirk e.

Eger gelên Kurdistanê û dostên me xwe bi rêxistin bikin û bi ruhê serketine seferber bibin, em ê faşîzmê têk bibin, azadiya Rêber Apo û ya gelê xwe jî dest bixin.

Ji ber vê Tevgera Azadiyê pêngava ‘Dema Azadiyê’ da destpêkirin.

Ev pêngav bersiva vê pêvajoyê ye, her tişt ji bo azadiya Rêber Apo ye.

Kongra Gel tevî berxwedana li zîndanan, çalakiyên li çar perçeyên Kurdistanê û li derveyî welat ên ji bo azadiya Rêber Apo tê meşandinê silav kir û xwest heta 15’ê Sibatê li dijî komployê çalakiyên xurttir werin bi pêşxistin.

Li hemû deveran tevlêbûna çalakiyan pir girîng e.

Divê herkes di vê mijarê de xwe berpirsyar bibîne, tevlî çalakî û xebatên herêma xwe bibe.

Kongra Gel destnîşan kir ku pêvajo stratejîk e û ev nirxandin hat kirin:

Têkoşîna me ya sala 23’emîn ya dijî komployê, wê rewşa azadiya Rêber Apo, rewşa gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn, diyar bike.

Ji ber vê jî pêwîst e ji bo herkesî yek hedef hebe û li gorî wê xwe plan bike û bixebite.

Ew jî azadiya Rêber Apo ye.

Jiber ku azadiya Rêber Apo, azadiya gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn e.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv