Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
ÇalakîJin

Dayikên Aşiyê:”bila ti kes ji bo Îmraliyê nekeve nava hewldanên şaş”

 

Bi laçikên xwe yên spî, di refên herî pêş ên têkoşînê de cihê xwe girtin li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê.

Ev 20 sal in, bi têkoşîneke bê navber deng û qêrîna xwe li dijî faşîzmê bilind dikin.

Dayîkên Aştiyê doh 20 saliya xwe bi merasîmekê pîroz kirin.

Di axaftinan de girîngiya têkoşîna li dijî tecrîdkirina Rêber Apo hat destnîşankirin.

20 SALIYA DAYÎKÊN AŞTIYÊ

DAYIKÊN AŞIYÊ:”BILA TI KES JI BO ÎMRALIYÊ NEKEVE NAV HEWLDANÊN ŞAŞ”

Merasîma 20 salî ya Dayîkên Aştiyê li Çaxlayana Stenbolê pêk hat.

Tevî gelek dayîkên aştiyê, Hevseroka KCDê Leyla Guven, aktivîstên TJAyê, hunermend, parlementerên HDPê û nûnerên rêxistinên jinan beşdarî merasîmê bûn.

Li ser navê dayîkan Hawa Kiran û Guler Buxday axivîn û gotin, weke Înîsiyatîfa Dayîkên Aştiyê emê têkoşîna xwe ji bo aştiyê bidomînin.

Dayê Tulay Aydin jî bal kişand ser girîngiya têkoşîna li dijî tecrîdkirina RÊber Apo.

Aktivîsta TJAyê Ayla Akat jî berxwedana dîrokî ya Dayîkên Aştiyê silav kir.

Hevseroka KCDê Leyla Guven jî têkoşîna dayîkan silav kir û bal kişand ser tecrîda giran a li dijî Rêber Apo.

Hevseroka KCDê êrişên li dijî Rêber Apo bibîrxistin û got, ji wan we bû, ku wê tenê salekê bikaribe li Îmraliyê bijî…

Lê Ocalan hem jiya û hem jî jîndar kir û li ber xweda.

Leyla Guven ji bo şewata li Girava Îmraliyê jî got, divê parêzer tavilê biçin hevdîtinê bi Ocalan re bikin. Ew der cihekî bi qîmet e û bila ti kes nekeve nav hewldanên şaş, emê qebûl nekin.

Di merasîmê de Dayîkên Plaza De Mayo yên Arjantînê, Dayîkên Şemiyê, Komeleya Huqûqnasên Azad, Partiya Karkeran a Ingilistanê, Komeleya Mafê Mirovan-ÎHDê, Hevserokên berê yên HDPê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî peyam ji bo dayîkên aştiyê şandin.

Ev jî hatin dîtin

11:10 Raborî 02.04.2022

Stêrk Tv

Sêrt û Mêrdine de şîddetê verva cînîyan 12.04.2021

Stêrk Tv

Senetora Fransî Lourance Cohen derbarê komkujiya Parîsê de nirxand

Stêrk Tv

Li Bakur û Tirkiyê 3 jin hatin kushtin

Stêrk Tv

Çalakiya jinan ji bo darizandina Erdogan li Parîsê hat lidarxistin

Stêrk Tv

Bi têkoşîn jinan re Arjentîn qanûna mafê kurtajê erê kir

Stêrk Tv