ÇEPGIRÊN SWÊD:
BILA PKK JI LÎSTEYA TERORÊ WERE DERXISTIN
Edamên Şaredariyên Partiyên Çepgir ên Swêdê bang li dewleta xwe kirin PKK ji lîsteya terorê derxe.
Partiya Çepgir li ser dersînorkirina Zozan Buyuk a Kurdistanî ku dayika 2 zarokan e, helwest nîşan dan, zext û cihêkariya li ser Kurdan anî rojeva parlamentoyê.
Her wiha ji bo piştevaniya bi Zozan Buyuk û derxsitina PKK a ji lîsteya terorê kampanya dane destpêkirin.
Çepgirên Endamên Şaredariyan axaftinên xwe bi vîdeoyê qeyd dikin û li ser malperya înternetê par ve dikin.
Endama Meclîsa Şaredariya Uppsala Vîctorîa Mork got:
Em qebûl nakin ku Zozan Buyuk were dersînorkirin û desteka xwe ji bo wê diyar kir.
Seroka Koma Partiya Çepgir a Şaredariya Helsînborgê Jenny Bjorklund Hansson jî got:
Em wek Partiya Çepgir a Helsînborgê krîmînalîzekirina Kurdan û rêxistina wan protest dikin.
Divê dewleta dest ji van kiryarên xwe ber de.
Endamê Meclîsa Şaredariya Upssala Tobîas Smedberg jî balkişand ser zexta welatên Ewrûpî ya li dijî gelê Kurd û wiha got.
Welatên Ewrûpî Kurdan û rêxistina wan reş dikin.
Ev yek nayê qebûlkirin.
Kurd li her derê ji bo mafê xwe û tevahiya mirovahiyê têdikoşin.
Smedberg her wiha xwest ku PKK jilîsteya terorê were derxistin.
Seroka Koma Partiya Çepgir a Orebro Martha Wîcklûnd jî desteka xwe ya ji bo doza kurdan anî ziman.