Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Celal Başlangiç: Xelaskirina rehîneyan an jî xwe jê xelas kirin! 26.02.2021

 

CELAL BAŞLANGIÇ / ARTI GERÇEK
XELASKIRINA REHÎNEYAN AN JÎ XWE JÊ XELAS KIRIN !

Desthilatdariya qesrê dibêje ku esker, polîs û rayedarên MÎT’ê ji aliyê PKK’ê ve hatine kuştin.

Lê Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan di Stêrk Tv de axivî û got ji mirina wan kesan dewlet berpirsiyar e.

Karayilan bang li heyetên serbixwe kir ku werin li herêmê lêkolînê bikin.

Lê ne bi dilê desthilatdariyê ye û gotinekê jî nake.

Rojek berî rojekê otopsî kirin û cenazeyên wan rehîneyan veşartin. Daxuyaniya fermî jî ji aliyê Waliyê Meletî ve hat dayîn.

Eger mizgîniyek hebûya wê Erdogan axaftin kiriba, lê ji ber ku fiyasko bû daxuyanî ma ji Walî re.

Li Îdlibê kuştina 30 eskeran jî ji aliyê Waliyê Hatayê hatibû kirin.

Di esasê xwe de pirsek bingehîn heye; Gelo armanca tevgera li Garê ji bo xelaskirina rehîneyan bû an jî bidesxistina herêmê bû ?

Bersiva vê pirsê hê jî nehatiye dayîn. Pispor jî dibêjin pêkanîna herduyan bi hevre çênabe.

Her roja ku derbas dibe li ser fiyaskoya Garê tê dîtin ku armancên din hebûn.

Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylû piştî fiyaskoya Garê di televizyonekê de axivî û qala Garê kir ku bidestxistina wê çiqasî zahmet e.

Soylû digot ew dixwazin li Garê qada jiyanê, perwerede û lojîstîk a PKK’ê tarûmar bikin.

Her wiha qala tendurustî, akademî û gelek tiştan kir.

Soylû dibêje Garê deriyê ketina Qendîl, Sûrî û Şengalê ye.

Ji van gotinan em jî fêm dikin bê fiyaskoya li Garê bi çi armancê ye.

ANF’ê dîmenên piştî şerê li Garê weşandin û di dîmenan de tê dîtin ku eskeran li pey xwe dar û bêr hiştine. Yanî ew alavên ji bo çêkirina çeperan.

Ma wê bi wan dar û bêran ew rehîne xelas kiribana gelo ?

Na welle.

Li ser gotinên Soylû ew tevger li dijî PKK’ê hat kirin û di encamê de rehîne nehatin xelaskirin.

Bi vê yekê re jî ji wan rehîneyan xelas bûn.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv