PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
ÇALAKIYA GIRTIYÊN AZADIYÊ 84 ROJ LI PEY XWE HIŞTIN
27’ê Mijdarê dîlên azadiyê yên PKK û PAJK’ê li zindanên dewleta Tirk dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bidorvegerî kirin.
Koma 17’an çalakiyê li zindanan bi rê ve dibe.
Çalakiyê 84 roj li pey xwe hiştin.
Malbatên girtiyan banga bicihanîna daxwazên zarokên xwe dikin û dibêjin, divê li her deverê em dengê wan bilind bikin.
Li Colemêrgê jî endamên meclîsa jinan a HDP’ê çarçoveya kampanyaya ‘Ji bo Jinan Edalet’ daxuyaniyek dan.
Hevseroka HDP’a Colemêrgê Sînem Seven daxuyanî xwend û li dijî tecrîdkirina Rêber Apo banga mezinkirina têkoşînê li tevahiya jinan kir.
Li Stenbolê jî endamên Însiyatîfa dayikên aştiyê li hev civiyan û pilansaziya xebatên xwe eşkere kirin.
Dayika diyar kirin ku ji bo aştiya li herêma Rojhilata Navîn, êdî dem hatiye birêz Ocalan azad bibe.
Û dan zanîn ku ew ê heyetekê ava bikin û serdana partiyên siyasî, rêxistinên mafê mirovan û saziyan bikin.
Hunermend Rotînda û Seyitxan jî ji bo xwedîderketina li berxwedana li zindanan bang kirin.
Hunermendan dan zanîn ku tecrîdkirina rêber APO ji aliyê Kurd û dostên wan ve êdî nayê qebûlkirin..
Û di serî de hunermend û rewşenbîr bang li tevahiya gelên Tirkiyê kirin ku li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin.