TÊKOŞÎNA BI PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
BI SEDHEZARAN KES LI BAKUR, ROJHILATÊ SÛRÎ Û KURDISTANÊ LI QADAN BÛN
Li dijî Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê gelê Kurdistanê tevî dostên xwe li welêt û derveyî welêt li qadan bû.
Çalakiyên herî girseyî û mezin li Rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûrî pêk hatin.
Qamişlo, Kobanê û Şehba bûn cihê çalakiyên herî mezin.
Li tevahiya bajar, navçe, bajarok û kampên li herêmê çalakiyên girseyî hatin lidarxistin.
TÊKOŞÎNA BI PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
LI BAŞÛR, BAKUR Û DERVEYÎ WELÊT BI DEHHEZARAN KES LI QADAN BÛN
Di serî de Şengal, Mexmûr û Silêmanî heman dîmenên van çalakiyên mezin ji Başûrê Kurdistanê jî hatin.
Li Bakurê Welêt jî tevî faşîzm û dagirkeriyê, ev deng ji Amedê bilind bû.
Dîsa li seranserî Ewrûpayê û gelek welatên dûr, bi dehhezaran Kurdistanî û dostên xwe li qadan bûn.
Çalakiyên li welêt û derveyî welêt îsal bi Pêngava Dem Dema Azadiyê ye hatin lidarxistin.
Bi berxwedan û serfiraziya gerîlayên HPG-YJA-Starê li herêma Garê li dijî dagirkeriya Tirk, Kurdistaniyan li gorî salên berê bi awayekî girseyîtir berê xwe dan qadan.
Di tevahiya çalakiyên li welêt û derveyî welêt de peyama mezinkirina têkoşîna ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo jî hat dayîn.