Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Berxwedana xwendekarên Bogazîçiyê: Bi hezaran kes tevahiya şevê li Kadikoya Stenbolê bûn 03.02.2021

 

BERXWEDANA XWENDEKARÊN BOGAZÎÇIYÊ
BI HEZARAN KES TEVAHIYA ŞEVÊ LI KADIKOYA STENBOLÊ LI QADAN BÛN

Yek ji pêkanînên rejîma faşîst a AKP/MHP’ê sîstema qayûman e.

Rejîma faşîst çiqas şaredariyên Kurdan hebûn, bi rêya qeyûman dagirkirin.

Niha jî hewl dide vê sîstema qayûma li zanîngehan pêk bîne.

Zanîngeha Bogaziçiyê ya Stenbolê yek ji wan e.

Xwendekarên vê zanîngehê ev meheke dijî polîtîkaya qeyûm a AKP-MHPê li ser piyan e.

Hêzên ked, aştî û demokrasiyê ji bo piştgiriyo bi xwendekaran re xwestin li Kadikoyê çalakiyekê li dar bixin.

Polîsên dewletê dor li girseyê girt û bi dijwarî êriş birin ser wan.

Lê girseyê paşde gav neavêt bi bi berxwedanê bersiv dan polîsan..

Di êrişa polîsan de parlementerê HDP’ê Mûsa Pîroglû û parlementerê partiya karkeran a Tirkiyê Hatayê Bariş Atay jî di nav de gelek kes hatin derbkirin.

Her wiha gelek xwendekar û welatî binçavkirin.

Xwendekaran destnîşan kirin ku heya ku qeyûm Melîh Bûlû îstifa bike ew ê li qadan bin.

Di vê navberê de akademîsyen zanîngeha Bogazîçiyê jî li ber avahiya Rektoriyê li hev kom bûn quyûmê AKP’ê protestokirin.

Akademîsyenan xwestin ku xwendekarên hatine binçavkirin werin berdan.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv