Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Berxwedana li zîndanan ji bo azadiya Rêber Apo 88 rojên xwe tijî kir 22.02.2021

 

PÊNGAVA ‘DEM DEMA AZADIYÊ YE’
BERXWEDANA LI ZÎNDANAN 88 ROJÊN XWE TIJÎ KIR

Dîlên azadiyê ji bo şikandina tecrîd û azadiya rêber APO li dehan zindanan di nava berxwedanê de ne.

Çalakiya greva birçîbûnê ya dîlên azadiyê 88 rojên xwe tijî kir..

Malbatên girtiyan bang li herkesî dikin ku ji vê zilmê re bêdeng nemînin û xwedî li wan derkevin.

Ne tenê li zindanan ji derve jî xebat û têkoşîneke mezin ji bo azadiya rêber APO tê meşandin.

Di serî de li welat û gelek navêndên Ewrêpayê her roj Kurd û dostên xwe li qadan e.

PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
LI MEXMÛRÊ KOMA 34’AN ÇALAKÎ DEWR GIRT

Li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê jî çalakiya greva birçîbûnê ya bidorvegerî tê lidarxistin.

Di roja 67’an de, koma 34’an bi merasimekê çalakî dewr girt.

Li ser navê çalakgeran Kendal Aydin axivî û têkildarî armanca çalakiyê nirxandin kir.

Çalakiya Mexmûriyan serê 2 rojan, ji aliyê komeke nû ve tê birêvebirin.

PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYE YÊ”
ÇALAKIYA LI LAVRÎOYÊ DI ROJA 50’YÎ DE YE

Ji bo azadiya rêber APO çalakiyek jî li Yunanistanê pêk tê.

Kurdistaniyên li kampa Lavrîo ya Yunanistanê jî ev 50 roj in ji bo azadiya rêber Apo di nava tevgerê de ne.

Di axaftinan de bang li tevahiya gelê Kurd û dostên wê hat kirin ku, li her deverê têkoşîna xwe mezin bikin.

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv