Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Artêşa tirk a dagirker li Garê şikestineke mezin xwar 15.02.2021

 

HEVSEROKATIYA KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê:
POLÎTÎKAYA QIRKIRINÊ LI GARÊ BI BERXWEDANA GERÎLA TÊK ÇÛ

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê têkildarî êrişa dewleta Tirk li dijî Garê û her wiha berxwedana gerîlla, daxuyaniyeke nivîskî weşand..

Hevserokatiyê diyar kir ku ji ber berxwedana gerîlla, hêviyên artêşa Tirk têk çûn û wiha dewam kir:

Dewleta Tirk dixwest 15’ê Sibatê plana qirkirina gelê kurd pêk bîne.

Lê rewş berovajî bû, ew li hember gerîla têk çûn û bi revîrev ji heremê vekişiyan.

Divê gelê kurd vê serkeftina gerîla pîroz bike û heta azadiya xwe û ya Rêber Apo, li ser piyan be.

Li ser berxwedana li hemberî êrişên li ser Garê jî, hevserokatiyê ev nirxandin kir:

Di nava 4 rojan de zêdetirê 50 balafiran herêma Garê bombe kirin.

Di bin van bombeyan de xwestin bi rêya helîkopteran eskeran li herêmê bicîh bikin.

Gerîla bi berxwedaneke mezin ev plana wan têk bir.

HEVSEROKATIYA KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê:
WEKE LI ZAPÊ SIWAR HATIN PEYA ÇÛN

KCK’ê berxwedana gerîla ya li dijî êrişan pîroz kir; Têkildarî armancên dewleta Tirk ji êrişa li dijî Garê jî, wiha hate gotin:

Bi serkêşiya şefên faşîst Erdogan û Bahçelî, armanca rejîma faşîst ew bû Tevgera Azadiyê tasfîye bike.

Projeya qirkirina gelê Kurd bigînin serî û piştre jî li ser gelên Rojhilata Navin serdestiya xwe ya zilmê ava bikin.

KCK bi bîr xist ku ragihandina tirk beriya çend rojan qesta êrişa Garê kiribûn û wiha dewam kir:

Xeyala wan ew bû ku bi têkbirina PKK’ê, li Enqerê şahiyê li dar bixin.

Lê rewş berovajî bû. Gotina wan “em ê şevekê ji nişka ve werin”, li Garê bû “şevekê ji nişka ve reviyan ”

Weke li Zapê, siwar hatin peya çûn. Dewleta dagirker ji bo têkçûna xwe veşêre kuştina eskerên dîl bi kar tîne. Wan bi xwe êsîr kuştin.

HEVSEROKATIYA KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê:
GERÎLA PARÊZVANÊ STATUYA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ YE

KCK’ê di daxuyanuya xwe de ji bo gerîla pênaseya hêza parastina statuya Başûrê Kurdistanê ye jî kir û wiha got:

Armanca dewleta Tirk ew bû pêşî hêzên gerîla tine bike, paşê hemû destketiyên Kurdan ji holê rake.

Di dawiyê de jî dixwestin dawî li statuya Rojava û Başûrê Kurdistanê bînin.

Bi vî awayî wê bigihîştana xewna salan a dagirkirina wilayetên Mûsil ve Kerkûkê jî.

Lê berxwedana Garê carekî din nîşanda ku gerîla parazvanê statuya Başûrê Kurdistanê ye.

Vê berxwedanê zext û tehdîta li ser hêzên din ên Kurdistanê jî pûç kir.

KCK’ê bang li cîwanên kurd kir ku weke di dema berxwdana Zapê û şerê li dijî DAIŞ’ê de, divê niha jî kom bi kom berê xwe bidin çiyayên Kurdistanê û di nava refên gerîlla de rûmeta gelê Kurd biparêzin.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv