LI ROJHILATÊ KURDISTANÊ GIRTIN Û BINÇAVKIRIN
AQÛBETA 100 KESÎ NAYÊ ZANÎN, DEMA GIRTINA 25 KESAN JÎ HAT DIRÊJKIRIN
Rejîma Îranê ji 8’ê Çileya 2021’an ve li Îran û Rojhilatê Kurdistanê pêngavek girtin û binçavkirina xwendekar, aktîvîst, mamoste, rojnameger, hunermend û welatiyan daye destpêkirin.
Ev pêla girtin û binçavkirinê berdewam dike. Ji wê rojê ve heya niha nêzî 120 kes hatine binçavkirin û girtin.
Li gorî rapora Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê, tevî mehek derbasbûye jî, li ser daxwaza dozgeriyê dadgehê dema binçavkirina 25 kesên li bajarên Ûrmiye, Sine û Merîwanê di bin çavan de dirêj kir.
Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê di daxuyaniya xwe de radigihîne ku derbarê 100 kesên girtî de agahî nayê girtin û wiha dibêje;
“li gor daxwaza dozgeriyê dema girtina 25 kesan hatiye dirêjkirin. Lê ji bo çend roja na çi demî hatiye dirêjkirin ne diyare.
Hîn aqûbeta nêzî 100 kesên din nediyare û derbarê wan de agahî nayên standin. Ev jî bi xwe re şik û gûmanan ava dike.