Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Antonio Negrî: Ocalan efsaneya sedsala 21’an e 03.02.2021

 

AVAKIRINA JIYANEKE NÛ
ANTONIO NEGRÎ: OCALAN EFSANEYA SEDSALA 21’AN E

Civaknasê marksît Antonîo Negrî bi pirtûka xwe ya bi navê Împaratorî navdar e.

Ew tevî hevalê xwe Michael Hardt vê pirtûkê nivîsandiye û reddiyeyeke xurt a kapîtalîzmê ye.

Antonîo Negrî li ser parzênameyên Rêber Apo xebitiye.

Heta wî ji bo cîlda yekem a parêznameya Manîfestoya Demokratîk a Rêber Apo; Şaristaniyê jî pêşekek nivîsandiye.

Antonîo Negrî di pêşeka ku ji bo çapa almanî nivîsandiye behsa xurtbûna fikrên Rêber Apo dike.

Civaknasê naskirî Negrî dibêje; Ocalan sê xerabiyên şaristaniya hevdem bi vî rengî destnîşan dike; netewe dewlet, kapîtalîzm û patriyarka ango pederşahî.

Negrî destnîşan dike ku her sê xerabiyên vî zemanî jî bi hev re di fikra Rêber Apo de bi mefhûma ‘modernîteya kapîtalîst’ tê pênasekirin û wiha dibêje:

Ev her sê xerabî weke lingê vê modernîteyê ne. Îcar ‘xweseriya demokratîk’ a Ocalan jî hewl dide civaka polîtîk û exlaqî ku ji aliyê modernîteya kapîtalîst ve tê xwestin were tunekirin ji nû ve ava dike, hildiberîne.

Antonîo Negrî balê dikşîne ser wê yekê ku Rêber Apo mafê utopyayê diparêze û di dewamê de wiha dibêje:

Ocalan îşaret pê dike ku her şoreşgerên li cîhanê jî mecbûr in vî mafî biparêzin û lê xwedî derkevin. Li aliyê din divê ku em li pey vê vebijarka ronî jî kaşkaşî nebin. Utopyaya Ocalan ku hêj nû nû ji aliyê me ve tê kifşkirin şênber e, li ber çavan e; di sazûmanî û gewdewa xwe de têkoşîn û qadên ji aliyê mîlîtanên komunîst ên kurd ve hatine azadkirin bi hemû avadaniya xwe, dihundirîne.

Di dawiya nirxandinên xwe de Antonîo Negrî bi dilekî rehet digihîje wê qenaetê:

Tişta ku Ocalan destekê didê utopyayeke rasteqîn e. Di rojaya me ya îro de li hemberî faşîzma nijadî ya xwe li gelemperiya dinyayê diafirîne, weke dûr û mircaneke pir bi qiymet disekine. Utopyaya konfederasyona demokratîk a gelan proseyeke ku dikare hemû şerên li dijî xwe têk bibe di nava xwe de hildigre.

Derbarê sekin, helwest û bandora Rêber Apo de Antonîo Negrî wî û Mandela dibe berhev û dibêje:

Ocalan weke Mandelayê di sedsala 20’emîn e, di sedsala 21’emîn de esîrekî efsane ye. Ew di serê sedsala 21’an de ji bo înşaya polîtîk a dinyaya nû rêzekonseptên ku her yek ji wan dibe kevrê rûknê vê avadaniyê tîne ziman.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv