Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Andrew Feinstein: Divê êdî dawî li esareta Ocalan were 18.02.2021

 

JI BO AZADIYA RÊBER APO BANG
ANDREW FEINSTEIN: DIVÊ ÊDÎ DAWÎ LI ESARETA OCALAN WERE

Li hemû parzemînên cîhanê daxwaza azadiya Rêber Apo bi kampanyayan di rojevê de ye.

Kampanyayên Dema Azadiya Ocalan hatiye jî bi eleqeyeke mezin dewam dikin.

Kesên ku îmzeyên xwe datînin bin metnên van kampanyayan pê re ji bo azadiya Rêber Apo bang jî dikin-

Andrew Feinstein hevrêyê Nelson Mandela ye. Ew wextekî di Parlamena Afrîkaya Başûr de wekîltî jî kiriye.

Ew li gel aliyê xwe yê siyasî nivîskarekî ku pênûsa xwe xurt e.

Andrew Feinstein beriya bi çendekî bi rojnamevan Erem Kansoy re hevpeyvîneke online çêkir.

Di wê hevpeyvînê de careke din daxwaza azadiya Rêber Apo anî ziman û ev bang kirin:

Ocalan ji bo gelê xwe li edalet, wekhevî û azadiyê digere. Lê rabûn û ew deq kirin, xistin zîndanê.

Tê bîra min wextê Margaret Thatcher û Ronald Reagan jî hevrêyê min Nelson Mandela weke terorîst bi nav kiribûn. Ev heman rewş e.

Şert û mercên ku niha Ocalan tê de ye ji şert û mercên Nelson Mandela û hevalên wî ku 27 sal li Zîndanên Gravên Robîn ma dijwartir e.

Divê sazî û dezgehîn navnetewî van şert û mercan bi tu awayî qebûl nekin.

Lê dewletên rojavayî, bi serkêşiya DYA û Brîtanyayê destekê didin vê rejîma hov a Erdogan.

Divê ku tavilê dawî li esareta Ocalan were anîn ku ew bi Nelson Mandela û lîderên din ên azadiyê re di heman rêçê de ye.

Divê tavilê daxwazên gelê kurd werin bi cih anîn.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv