Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ahmet Aktaş: AKP-MHP, dibe ku çi bikin! 26.02.2021

 

AHMET AKTAŞ / WELAT
AKP-MHP, DIBE KU ÇI BIKIN !

Ji bo ku dema desthilatiya xwe dirêj bikin, dibe ku bikevin pey her provakasyon û planên gemar û qirêj. Jixwe Tirkiye û Bakur di nava lepê wan de ye û di zilmê de tu teqsîriyê û qusûrê nakin!

Dibe ku bêhtir li derveyî Tirkiyeyê û Bakur, êrîş û komkujiyan pêk bîne. Eger di van kiryarên xwe de bi serkevin, hema yekser diçin hilbijartina pêşwext an jî hilbijartina navber.

Di êrîşa ser Garê de jî, yek ji armanca wan a girîng ev bû. Erê bi bingehîn dixwestin derbek mezin li Tevgera Azadiyê bidin; yek-du kesên pêşeng sax an mirî bi dest bixin û wê herêmê ji bo xwe bikin baregehek mezin-navendî ya leşkerî. Mijara êsîran, ne armancek sereke bû.
Lê hesabê wan û Garê li hev nehat, rastî berxwedana gerîlayên azadiyê yên leheng hatin û şûna serkeftinê, binkeftin bi destxistin! Eger kuştina êsîrên xwe ji wan re serkeftin be! Ew jî, e ncex bi lêdana gaza kîmyewî, karibûn we komkujîyê pêkbînî û laşên wan û hinek leşkerê wa ku çune operasyone bi saxî paşve bikişandana û bi reviyan!

Di encamê de Erdogan, ji dêvla roja çarşemê mizgîniya serkeftinê bide raya giştî, wê rojê deng jê birîya, bêdeng ma, heta roja înê, di kongreya xwe de ji neçarî şikestina xwe qebûl kir.

Divê were zanîn li ser vê binkeftin û rezaletê, ranaweste. Xwest weke 15’ê tîrmeha roja şerê xwe û Fethullah, hemû partî û rêxistinên dijberî xwe bikişîne cem xwe, lê pêk nehat. Belê hinek kesên weke wî ku di heman zîhniyeta xwînxwar de ne, aşkera bangên nijadperestiyê û komkujiyê kirin.

Ji van mînaka herî xeter û balkêş a generalekî Ergenekonê bi navê Ismaîl Haki Pekîn bû, got; “lazim e em ranewestin, li her deverê em êrîşî wan bikin, weke mînaka Parîsê, em derbên giran li pêşengên wan bidin û her wiha li gel van kuştinên wisa, em jî weke Israiliyan derbên piralî li wan bixin; li lojistika wan, aboriya wan û hwd. jî bidin” û hwd.

Ev mînak bi serê xwe, nîşandana gelek karê xerab ên rojên li pêş me ne.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv